• Monday, 09 February 2026
logo

Desteya Bilind A Kurd ji bo Serê Kaniyê kete tevgerê

Gulan Media November 10, 2012 Nûçe
Desteya Bilind A Kurd ji bo Serê Kaniyê kete tevgerê
Desteya Bilind a Kurd (DBK) piştî ku komên çekdar ketin bajarê Serêkaniyê bi awayekî awarte civiya û bang li komên çekdar kir da ku ji bajêr derkevin. Desteyê her wiha biryara avakirina komîteyek kirîzê û aktîvkirina komîteyên xizmetên civakî û ewlekariyê girt.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji destpêka Şoreşa Suriyê ve herêmên kurdan di nava aramiyê de ne û tevgerên wan jî piştgiriyê didin şoreşa aştiyane ya Sûriyeyê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji ber ku hêrêmên kurdî jî beşek ji şoreşê ne û bûne wargehên aramî ji bo penaberên ku ji herêmên pevçûn lê hene tên.

DBK`ê di daxuyaniyê de diyar dike ku îro serê sibehê yekîneyên Artêşa Azad derbasî Serêkaniyê bûne, piştre bajar bûye navenda şer û di encamê de gelek kes ber bi gundên derdorê û sînorê Tirkiyeyê ve koçber bûne.

Desteya Bilind A Kurd destnîşan dike ku, ji bo ji rejîma re tu hincet nemînin û êrîşî van deran neke, bang li hemû komên çekdar hate kirin ku ji bajêr derkevin.

Di civîna Desteya Bilind de biryar hate girtin ku bi beşdariya nûnerên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumenî Niştimanî Kurdî li Suriyê, komîteyek hevbeş bê avakirin da ku krizê birêve bibe. Her wiha biryara aktîfkirina hemû komîteyên xizemtê û ewlekariyê yên li bajêr hate girtin.

Avestakurd
Top