Li Sêrtê helîkopterek ket: 17 leşker mirin
Li gor çapemeniya Tirkiyê helîkoptera leşkerî ji bo beşdarî operasyonê bibe rabûyîbû. Waliyê Sêrtê Ahmed Aydin jî derbarê ketina helîkopterê de got: “17 leşker mirine.”
Helîkoptera skorsky li çiyayê Herekolê ket xwar. Waliyê Sêrtê diyar kir ku sedemê ketina helîkopterê tê lêkolînkirin.
Waliyê Sêrtê Aydin diyar kir ku helîkoptera li navçeya Perwarî ketî 13 cendirmeyên tevgera taybet, 4 personelên helîkopterê û bi giştî 17 leşker mirine. Waliyê Sêrtê diyar kir ku helîkopter ji ber mija zêde û sedemekî teknîkî ketiye.
Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) jî diyar kir ku li herêma operasyon lê hatiye destpêkirin hate îdîakirin ku helîkopter ji ailê gerîlayên HPG'ê ve hatiye xistin. Piştî helîkopter hate xistin ji 3'emîn Tugaya Komando gelek helîkopterên kobra û skorskî çûn herêma operasyonê. Hate diyarkirin ku di operasyonê de helîkopter hatiye xistin.
Rudaw
