• Monday, 09 February 2026
logo

Artêşa Azad Êrîşa Serê Kaniyê Kir

Gulan Media November 10, 2012 Nûçe
Artêşa Azad Êrîşa Serê Kaniyê Kir
Duh danê Sibê ketîbeyên artêşa Azad êrişî Bajaroka Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê kir û hêzên rêjîmê yên li wê Bajarokê de derxistin.

Li gor agahiyên jêderên Herêmî û çalakvanan, hêzeke mezin ya ser bi artêşa Azad ji aliyê sînorê Tirkiyeyê ev êriş destpêkirine û êrişa navendên ewlekarî û leşkerî kirine û bi bê berxwedan ew navend bi destxistine.

Hate zanîn ku artêşa rêjîma Sûriyayê hêzek mezin ji parêzgeha Hesekê berve navçeya Serê Kaniyê ve xistiye tevgerê û şereke mezin tê çaverêkirin.
Top