• Monday, 09 February 2026
logo

Heyeta Kilîseyên Amerîkayê Bi Wezîrê Navxwe Yê Hikûmeta Kurdistanê Re Civiya

Gulan Media November 10, 2012 Nûçe
Heyeta Kilîseyên Amerîkayê Bi Wezîrê Navxwe Yê Hikûmeta Kurdistanê Re Civiya
Di berdewamiya serdana xwe ya ji bo Kurdistanê de Duh heyeta Kilîseyên Amerîkayê serdana Wezareta navxwe ya Hikûmeta Kurdistanê kir û bi Wezîrê Navxwe Kerîm Şengarî re civiya.

Di hevdîtineke de rewşa dawîn ya Kurdistanê û herwiha rewşa baş ya bihevre jiyana tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê de jî hate şîrovekirin.

Di vê derbarê de heyeta Kilîseyên Amerîkayê kêfxweşiya xwe li hember rewşa heyî ya Kurdistanê bi taybetî rewşa Mesîhiyên ku, jiber metirsiyên Terorê ji Başûrê Îraqê hatine Kurdistanê diyar kirin û ragihand ku, rewşa wan welatiyên Mesihî gelek başe.
Top