Ranye 2 roja dikeve greva birçîbûnê
Îro greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJKê yên li 66 girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ya bi tevlîbûna zêdetirî 700 girtiyan ket roja 58an. Sê daxwazên girtiyên ên wekî, bidawîkirina tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan, perwerdeya bi zimanê kurdî û li dadgeha parastina bi kurdî hene.
Rojnamevan û çalakvanên sifîl Şawir Mame got: “Komek nivîskar, rojnamevan, çalakvanên sifîl û rêxistinên civaka sifîl amadekarî kirine li Ranye 2 rojan bikevin greva birçîbûnê. Wê grev di nava baxçeyê giştî yê Ranye de be.”
Mame diyar kir ku wê greva birçîbûnê Îro (09.11.2012) saet 07.00an dest pê bike û wê 2 rojan bidome.
Çalakvan û rojnamevanên herêmê jî gotin: “Xelkê herêma Pişder û Bitwên, bi rihê welatparêz û xwedîderketina li girtiyên di greva birçîbûnê de wê xwedî li grevê derbikevin.”
Şemiya borî jî ji bo heman armancê çalakiyeke ji bo piştgirîkirina greva birçîbûnê yên girtiyên kurd ên li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê hatibû sazkirin. Di çalakiyê de peyama azadî ji bajarê Ranye ji Amedê re hatibû şandin.
Rudaw
