Esed: Ez Sûrî me, jiyan û mirina min wê li sûriyê be
Esed got: “Ez bawerim destêwerdana hêzên biyanî ji Sûriyê re wê bihayê xwe gelek be, ger bibe wê cîhan nikare encamên wê hilgire.”
Beşar Esed berdewam kir û got: “Sûriyê navenda dawî ya seqamgîrî û layikî û pêkvejiiyanê ye li navçeyê, ger kêşe hebe wê wek kevirin Domîno karîgeriya xwe ji oqyanosa Atlantîk û heya oqyanosa Hêmin bike û wê karîgeriyê li hemû cîhanê bike."
Serokê Sûriyê bi bîr xist ku ew bawer nakê rojava berê xwe bide vê riyê, lê eger bikin kes nikare pêşbîniya dawiya wê bike.
Esed got: “Ez ne lîstoka zaroka me, ne rojava ez çêkirime ku ez herim rojava yan welatekî din. Ez Sûrî me ez çêkirê Sûrî me, dive ez li Sûriyê bijîm û bimrim.”
Xendan
