• Monday, 09 February 2026
logo

Gul banga bi dawîkirina greva birçîbûnê kir

Gulan Media November 8, 2012 Nûçe
Gul banga bi dawîkirina greva birçîbûnê kir
Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul bang li kesên ketine greva birçîbûnê kir ku dawî li greva birçîbûnê bênin. Wezîrê dadê yê Tirkiyê jî diyar kir ku wê xebata ji bo pêşîvekirina parastina bi zimanê dayîkê pêşkêşî meclisê bikin.

Duh greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJKê yên li 66 girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ya bi tevlîbûna zêdetirî 700 girtiyan ket roja 58an.

Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul derbarê greva birçîbûnê got: “Ez bang dikim ku grevê bi dawî bikin.” Gul diyar kir ku bi rêbazên şaş, hewldanên çareseriyê encamê nagrin.

Abdullah Gul got: “Min ji wezîrê dadê zanyariyên berfireh wergirtin. Li Tirkiyê her kes dikare fikrên xwe bêne ziman. Min bang kir ku kesên di grevê de dawî li grevê bênin.”

Yek ji daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de li dadgehan parastina bi zimanê dayîkê ye. Wezîrê dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergin di vê derbarê diyar kir ku wê xebata ji bo pêşîvekirina parastina bi zimanê dayîkê pêşkêşî meclisê bikin.

Proje yasaya ku destûrê bide parastina bi zimanê dayîkê di civîna civata wezîran a Tirkiyê de hat gutûgobêj kirin. Ergin diyar kir ku proje yasaya ku li dadgeha destûra parastina bi zimanê dayîkê bide, di civata wezîran de ji bo îmzekirinê hat vekirin. Ergîn destnîşan kir ku divê her kes ji bo vê pêvajoyê tişta ji wan bê bike û got: “Dema serokwezîr Erdogan ji geşta derve vegeriya, wê proje yasayê pêşkêşî meclisê bikin.”

Rudaw
Top