Serokwezîrê Kurdistanê Û Cîgirê Serokwezîrê Ermenistanê Civiyan
Di hevdîtineke de ku, her yek ji Wezîrên çandinê, tendirostî û Şewirmendê Wezareta Derve yê Ermenistanê û Konsulusê vê welatî yê li Bexdayê û Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Dr. Roj Nûrî Şawis û hijmarek ji Wezîrên Hikûmeta Kurdistanê jî tê de beşdarbûn, Cîgirê Serokwezîrê Ermenistanê kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han diyar kir û silav û rêzên Serokwezîrê Ermenistanê jî pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kir û ragihand ku, em hatine daku, ji nêz ve Kurdistanê baştir binasin û pêvajoyeke nû bo peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bidin destpêkirin.
Heyeta Ermenistanê di berdewamiya axaftinên xwe de jiber rewşa baş ya Kurdistanê û pêşkeftinên heyî yên di her warî de destxweşiyên xwe pêşkêşî Serokatiya Kurdistanê kir û ragihand ku, Ermenistan gelek girîngî bi peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re dide lewre hewl dide ku, di her warî de peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bihêztir bike.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê jî kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han diyar kir û hêvî xwest ku, serdanên bi vê rengî berdewam bin bibin sedema destpê kirina pêvajoyeke nû bo peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de.
Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ya axaftinên xwe de silav û rêzên Gelê Kurd û Hikûmeta Kurdistanê jî pêşkêşî Gel û Serokwezîrê Ermenistanê kir û hêvî xwest Sermayedarên Ermenistanê jî fêde ji derfetên heyî yên li Kurdistanê de ên di warê hêlbirînê de bigirin û beşdariya prosesa hêlbirên û awedan kirina Kurdistanê bikin.
