• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî Bi Heyeteke Kilîseyên Amerîkayê Re Civiya

Gulan Media November 8, 2012 Nûçe
Mesrûr Barzanî Bi Heyeteke Kilîseyên Amerîkayê Re Civiya
Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke Kilîseyên Amerîkayê bi Serokatiya Kardînalê Kenîseya Katolîk a Amerîkayê Kardînal Mack Karick kir.

Di hevdîtineke de heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember ev serdana han a bo Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, armanca me ji vê serdana han eve daku, li Kurdistanê de rastiyên heyî bi çavên xwe bibînin.

Heyeta mêwan kêfxweşiya xwe jî li hember rewşa aram ya Kurdistanê û riha bihêz ya bihevre jiyana pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, me ji nêz de rewşa baş ya Kurdistanê dît lewre em Kurdistan bi nimûneyeke hêja li Deverê de dibînin ku, hêjayê rêzgirtin û piştgîrî kirinê ye.

Heyeta mêwan ev yek jî eşkere kir ku, bêgoman rastiyên heyî yên Kurdistanê bêyî ti kemaniyek ji bo Amerîkayê weguhazin û amadebûna xwe jî bo piştgîrî kirina xwe jî bo projeyên curbicur yên di warên perwerdehî û tendirostî de diyar kir.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de jî Şewirmendê civata ewlekariya netewî birêz Mesrûr Barzanî jî kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han diyar kir û hêvî xwest ku, serdanên bi wê rengî berdewam bin daku, rastiyên heyî yên li Kurdistanê de weke xwe werin dîtin û ji Amerîka û Gelên din yên Cîhanê re weguhazin.

Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de bi awayekî kurt behsa Dîroka bihevre jiyana pêkhateyên olî û etnîkê yên Kurdistanê kir û ragihand ku, di rewşa dawîn ya Îraqê de jî Kurdistan weke Penagahekî bûye ji bo tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî, lê Neyar û Nahezên Kurdistanê wêneyeke nebaş ji Kurdistanê pêşkêşî hin navendên Derve kiriye lewre pêwîste serdanên bi vê regnî bo ji nêz de dîtina rastiyên heyî li Kurdistanê de pêk werin daku, her kes bizanibe ku, rewşa Kurdistanê gelek cudaye ji rewşa Deverên din bêgoman rihê lêbûrîn û asayîş û tebayî jî faktereke sereke ya pêşkeftinên heyî û aramiya Kurdistanê ne.



Kurdistantv
Top