• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Serok Wezîrê Komara Ermenistanê kir

Gulan Media November 8, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Serok Wezîrê Komara Ermenistanê kir
Duh pênçşem 08/11/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Armîn Kîfurkiyan Cîgirê Serok Wezîrê Komarê Ermenîstanê û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Cîgirê Serok Wezîrê Komara Ermenîstanê û şanda pêre, dîroka hevbeşa her du gelê Kurdistan û Ermenîstanê xisterû û hêvî xwest pêwendiyên di navbera her du aliyan li hemû waran da pêşbikevê û li vî warî de amadehiya Herêmê ji bo hemahengî kirina hemû mebestên pêşxistina pêwendiyan û hatina sermayedar û veberhênerên Ermenî bo Herêma Kurdistanê nîşanda.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serok Wezîrê Komara Ermenîstanê ji bilî gihandina silavê Serok Komar û Serok Wezîr û Serok Parlemena Ermenîstanê, bi kurtî behsa serdana xwe ya Herêma Kurdistanê kir ku bi navê dirustkirina pirekî pêwendiya di navbera Kurdistan û Ermenîstanê li hemû warek da bi taybetî jî ku Herêma Kurdistanê mînakeke serkeftî geşbûye li navçeyê de û ew aramî û avadanî jî cihê rakêşana welatan û sermayedarane bo ku karê veberhênanê bikin û beşdarî li avadankirinê bikin.
Top