• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê Û Serokkomarê Îraqê Civiyan

Gulan Media November 8, 2012 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê Û Serokkomarê Îraqê Civiyan
Duh Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî pêşwaziya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî kir.

Di hevdîtineke dostane de her du alî nêrînên xwe yên di derbarê rewşa Kurdistan û Îraqê de li hev weguhastin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de behsa hemahengî û hevkariya heyî ya di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de jî hate kirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina ev hemahengî û hevkariya han kirin û pişt re jî di derbarê peymana steratejîk a di navbera Partiya demokrata Kurdistan û Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê jî hate kirin û her du alî jî tekez li ser parastin û bihêzitr kirina peymana han kirin.
Top