• Monday, 09 February 2026
logo

Îranê îro 13 kes li Tehran û Şîraz'ê darvekirin

Gulan Media November 7, 2012 Nûçe
Îranê îro 13 kes li Tehran û Şîraz'ê darvekirin
danê sibê rêjîma komara Îslamî a Îranê bi tometa bazirganîkirina bi maddeyê hişber 13 kes li bajarê Tehran û Şîraz' darvekirin.

Li gor nûneyek çavkaniyên ragihandinê yên Îranê,Îro danê sibê rêjîma komara Îslamî a Îranê bi tometa bazirganîkirin û qaçaxcîtiya bi maddeyê hişber 10 kes li bajarê Tehranê bi awayekî veşartî di nav zîndanekê darve kirin.

Heman çavkaniyan aşkere kirine ku, bi heman tometê rêjîma wî welatî, 3 zîndaniyên din li zîndanek a bajarê Şîraz'ê darvekiriye.

Hêjayî gotinê ye ku, ji bilî van çendîn twanbarên din jî bi heman tometê tên dadgehkirin.

Xendan
Top