Îranê îro 13 kes li Tehran û Şîraz'ê darvekirin
Li gor nûneyek çavkaniyên ragihandinê yên Îranê,Îro danê sibê rêjîma komara Îslamî a Îranê bi tometa bazirganîkirin û qaçaxcîtiya bi maddeyê hişber 10 kes li bajarê Tehranê bi awayekî veşartî di nav zîndanekê darve kirin.
Heman çavkaniyan aşkere kirine ku, bi heman tometê rêjîma wî welatî, 3 zîndaniyên din li zîndanek a bajarê Şîraz'ê darvekiriye.
Hêjayî gotinê ye ku, ji bilî van çendîn twanbarên din jî bi heman tometê tên dadgehkirin.
Xendan
