• Monday, 09 February 2026
logo

Bexdadê Qebûl Kir ku Exxon Mobil ji Ber Kurdistanê Iraqê bi Cih Dihêle

Gulan Media November 7, 2012 Nûçe
Bexdadê Qebûl Kir ku Exxon Mobil ji Ber Kurdistanê Iraqê bi Cih Dihêle
Berpirsên kerta petrola Iraqê ragihandin, ku kompanyaya mezin a petrolê ya Amerîkayî Exxon Mobil di hewla firoştina bloka petrolîya xwe ya li Qurna ya rojava de ye û Bexdadê jî ragihandiye, ku dê yekşembîya bihê bersiva xwe hebe û helwêsta xwe rabigihîne


Piştî îmzakirina girêbesta geryan û deranîna petrolê li gel herêma Kurdistanê, eve yekemîn bêjedana fermî ye ku basa vekişîna kompanyaya Exxon Mobil ji bloka petrolîya Qurna ya Rojava-1 bike. Birevebirê girêbest û rêpêdayînan ji wezareta petrola Iraqê Ebdulmehdî El-Emîdî îro çarşembîyê li Bexdadê ji rojnamevanan re ragihand, ku ´´ Exxon Mobil bi nameyekê ku ji bo kompanyaya petrola başûr şandiye, xwasta xwe bo firoştina pişka xwe ya ji bloka Qurna ya rojava-1 nîşan daye.´´

Emîdî weha jî got, ku Iraq hevdem li gel ewê çendê, dê kompanyaya petrola niştîmanîya Turkiyeyê ji girêbesta geryan û pişkinîna petrolê dûr bixe, bêyî ku basa hokar an jî hokarên wê bike.

Herwiha berpirsekî dinê kerta petrola Iraqê ragihand, ku Bexdad dê roja yekşembîya bihê bersiva ewê nameya kompanyaya Exxon Mobil bide û helwêsta xwe rabigihîne.
Top