BDP dê daxwaza hevdîtinê ji Wezîrê Dadê kir
Wezîrê Dadê Sadulah Ergîn derbarê greva birçîbûnê yên li zîndanên Turkiye ku ketiye roja 57.ehemîn, duh li Koçka Çanakaya hevdîtinek digel serokkomarê Turkiye Ebdula Gul pêk anî, ji ber vê çendê bi armanca çareserkirina wê arîşeyê BDP ket dewrê, û îro daxwaznameyek bi armanca encamdana hevdîtinekê digel Wezîrê Dad yê Turkiye Sadulah Ergîn pêşkêş kir.
Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, piştî bersivdana ji bo hevdîtinê serokê grûpa BDP Perwîn Buldan û Idrîs Baluken dê hevdîtinê encam digel aliyê peywendîdar encam bidin.
Hêjayî gotinê ye ku, hevserokê BDP Selahedîn Demîrtaş duh li meclîsê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo çareserkirina arîşeya greva birçîbûnê ewê hevdîtinên xwe digel hikûmetê berdewam bikin.
Xendan
