• Monday, 09 February 2026
logo

Kanada Konsulusxaneya Xwe Li Hewlêrê Ve Dike

Gulan Media November 7, 2012 Nûçe
Kanada Konsulusxaneya Xwe Li Hewlêrê Ve Dike
Duh Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî pêşwaziya Konsulusê Kanadayê yê li Îraqê kir.

Di hevdîtineke de hevdem ligel nirxandina rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê de rewşa Kurdistanê jî hate nirxandin.

Di vê derbarê de Konsulusê Kanadayê yê li Bexdayê diyar kir ku, Kurdistan di her warî de pêşketiye û xwedan rewşeke gelek baş û arame û Hikûmeta Kandayê jî dixwaze peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re di her warî de bihêztir bike lewre weke yekemîn pêngav hewl ji bo vekirina Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê de dide.

Di dawiya hevdîtina han de Parêzgarê Hewlêrê jî diyar kir ku, em weke Parêzgar amadene ku, di vê warî de her cure karasaniyek pêşkêş bikin.
Top