• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê Pêşwaziya Wezîrê Weguhastin Yê Îraqê Kir

Gulan Media November 7, 2012 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê Pêşwaziya Wezîrê Weguhastin Yê Îraqê Kir
li Hewlêrê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê weguhastinê yê Hikûmeta Îraqê Hadî Elamerî û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtineke de behsa rewşa weguhastinê ya li Îraq û Kurdistanê de û herwiha ev kêşeyên ku, dibin asten li berdem weguhastinê li Îraq û Kurdistanê de hatin nirxandin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de behsa aktîftir kirina Balefirxaneyên Kurdistan û Îraqê jî hate kirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, dibe Balefirxaneyên her du aliyan werin çalaktirkirin û dibe bibin xala herî sereke ya weguhastinê li ser asta Cîhan û Rojhilata Navîn de.

Di vê derbarê de her du alî behsa damezrandina xeteke asmanî ya hevpar a di navbera Îraq û Kurdistanê de kirin û ragihandin ku, damezrandina xeteke bi vê rengî vê gelek fêde bide her du aliyan re.

Damezrandina xeta Şemenderfer û pêkve girêdana tevahiya Bajar û Bajarokên Kurdistan û Îraqê bi xeta Şemendeferê ve jî mêjareke din ya vê hevdîtina han bû û her du alî tekez li ser cîhbicîh kirina xeta seraserî ya Şemendeferê kirin.
Top