• Monday, 09 February 2026
logo

Kerkûk: Ereb bi yek lîst beşdarî hilbijartinan dikin

Gulan Media November 7, 2012 Nûçe
Kerkûk: Ereb bi yek lîst beşdarî hilbijartinan dikin
Pêkhateyên Ereb li encûmena parêzgeha Kerkûkê ragehandin ku gotûbêj di navbera komên siyasî yên Ereb yên li parêzgehê derbarê hilbijartina encûmena parêzgeha Kerkûkê jib o ku bi yek lîstê li jêr nave (Erebên Kerkûkê), beşdarî li hilbijartinan bikin destpêkirine.

Endamê lîsta Êraqiyê Ebdula Xerb, li ser parêzgeha Kerkûkê ji Xendanê re ragehandiye ku: "Komên siyasî yên Ereb li parêzgeha Kerkûkê li gel nûnerên pêkhateyên din yê parêzgehê bi berdewam kar dikin bo derxistina yasayeke hilbijartina encûmena parêzgehan."

Xerb aşkira dike ku, gotûbêj di navbera komên Ereb yên parêzgehê jib o ku hemo bi yek lîstê li jêr nave (Erebên Kerkûkê) destpê kiriye bo beşdarî li hilbijartinên encûmena parêzgehê bikin.

Ebdula Xerîb got: "Tu hêlên sorb o beşdarîkirina partiyên Erebî nehatiye danîn, eger ser bi serokwezîr Nurî Malikî bin yan jî ser bi serokê parlemanê Usame Nucêfî bin."

Xendan
Top