Başûrî Bi Her Awayî Piştgîrî Didin Girtiyên Grevkar Yên Bakûrê
Li Bajarê Soranê de tevahiya saziyên civaka medenî û hijmareke gelek zêde ji Şîniyên wê Bajarê evro da ketin qadan û piştgîriya xwe bo Girtiyên Grevkar yên li Bakûrê Kurdistanê de diyar kirin.
Her evro li Bajarê Dihukê de jî hijmareke gelek zêde ji Şîniyên Bajarê û saziyên medenî yên li wê Bajarê daketin kolanan û hevdem ligel diyar kirina piştgîriya xwe bo Girtiyên Grevkar daxwaz ji Rejîma Tirkiyeyê jî kirin daku, daxwazên wan Girtiyan cîhbicîh bike.
Hêjayê gotinêye ku, duhê li Silimaniyê û pêr jî li Hewlêrê xwepîşandanên bi vê rengî hatibûn organîzekirin.
