• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Dibe Her Kes Hewl Bo Aram Kirina Rewşa Deverê Bide

Gulan Media November 6, 2012 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Dibe Her Kes Hewl Bo Aram Kirina Rewşa Deverê Bide
Duh şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Paul Stephen kir.

Di hevdîtineke de li ser rewşa dawî ya Kurdistan, Îraq û Deverê de giftûgo hate kirin û di derbarê rewşa Deverê de Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, pêwîste tevahiya aliyan bihevre û bi awayekî jihevfêm kirin hewl bo aram kirina rewşa Îraq û Deverê bidin.

Konsulusê Amerîkayê jî di vê derbarê de diyar kir ku, hewldanên wan yên ji bo hemahengî di navbera tevahiya aliyên Îraqê de didomin û tekez li ser girîngiya pêgeha Kurdistanê ya ji bo serxistina prosesa siyasiya Îraqê kir.

Konsulusê Amerîkayê di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser rewşa baş ya ewlekarî a Kurdistanê û rola dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê bi roleke girîng wesif kir.
Top