Piştî Serdaneke Çend Rojî Serok Barzanî Gehêşte Hewlêrê
Duh danê Êwarê piştî serdaneke çend rojî bo Îmaratên Yekgirtî yên Erebî, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi rêya Balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê gehêşte Kurdistanê.
Li Balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê de hijmareke Rayedar, Parlementer û Wezîrên Hikûmeta Krdistanê û Berpirsên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî pêşwaziya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî kirin.
Hêjayê gotinêye ku, Roja Înê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi serdaneke fermî çûbû Îmaratên Yekgirtî yên Erebî û bi Rayedarên wê welatî re jî çendîn civîn û hevdîtinên curbicur pêk anî bû.
