Artîstê “Bab El-Hara” Mihemed Raf` hate kuştin
Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan di beyannamekê de belavkiriye ku, çekdarên ketîbeyekê ser bi artêşa azad artist û lîstikvanê zincîreya bi navûdeng Bab El Hara ya Sûrî Mihemed Raf`ê piştî ku roja îna borî derngî şevê li taxa Mesakên Berzê ya Şamê hatibû revandîn, hatiye terror kirin.
Li gor agahiyên rawengeha Sûrî Rafî` ji aliyê istîxbarata asmanî ya rêjîma Sûriyê ve hatibû erkdar kirin û demançe bi vê mabestê hildigirt.
Ji aliyê xwe ve ketîbeya bi nave Ehfad El-Sidîq yê ku sere rêjîmê li navçeya Şamê dike kuştina Mihemed Rafi` girt ser xwe.
Mihemed Rafi` yê temen 30 salî ku bi rola xwe ya di zincîreya Bab El Hara bi Îbrahîm dihate naskirin bi xwe jî bi netew Filistînî ye û neviyê artiste bi navûdeng Ehmed Rafi` e.
Xendan
