Elawî: Ya bila Malikî bê pêşiya parlemanê yan jî here male
Di hevdîtinekê digel rojnameya Îlafê de Eyad Elawî sûrbûna xwe bo lêpirsîna Malikî li pêşiya parlemana Êraqê dupat kiriye û ragehandiye: Malikî fermanberekî dewletê ye, dewlet û parleman nûnerê gele, mafê xwe heye ku lêpirsînê li hemû berpirsên mezin û biçûk bike, eger Malikî ev yek bi dilê wî nîne, bila dev jê berde û biçe mala xwe û vî karî ji kesên din re bi cî bihêle.
Elawî amaje bi wê yekê kiriye ku, hikûmeta Malikî her di yekem imtîhana xwe de şikestin xwariye û Êran jî rêgir bû ku lîsta Êraqiyê hikûmetê pêk bîne û got: Qeyraneke bi tirs li Êraqê heye, kêşeya niha ne kêşeya hikûmeta piranî yan kêmanî nîne, belku kêşe li nebûna baweriya di navbera aliyên siyasî û pêkanîna hikûmetê li gor xwestekên din e.
Li gor baweriya Elawî sazkirina kongireya niştimanî ji bilî şanogeriyeke siyasî, ne tiştekî dinê ye.
Xendan
