• Monday, 09 February 2026
logo

Elawî: Ya bila Malikî bê pêşiya parlemanê yan jî here male

Gulan Media November 6, 2012 Nûçe
Elawî: Ya bila Malikî bê pêşiya parlemanê yan jî here male
Serokê lîsta Êraqiyê di wê baweriyê deye ku kêşeya niha ya Êraqê, kêşeya hikûmeta piranî û kêmanî nîne, belku kêşe ewe ku komên siyasî baweriya wan bi hev nemaye.

Di hevdîtinekê digel rojnameya Îlafê de Eyad Elawî sûrbûna xwe bo lêpirsîna Malikî li pêşiya parlemana Êraqê dupat kiriye û ragehandiye: Malikî fermanberekî dewletê ye, dewlet û parleman nûnerê gele, mafê xwe heye ku lêpirsînê li hemû berpirsên mezin û biçûk bike, eger Malikî ev yek bi dilê wî nîne, bila dev jê berde û biçe mala xwe û vî karî ji kesên din re bi cî bihêle.

Elawî amaje bi wê yekê kiriye ku, hikûmeta Malikî her di yekem imtîhana xwe de şikestin xwariye û Êran jî rêgir bû ku lîsta Êraqiyê hikûmetê pêk bîne û got: Qeyraneke bi tirs li Êraqê heye, kêşeya niha ne kêşeya hikûmeta piranî yan kêmanî nîne, belku kêşe li nebûna baweriya di navbera aliyên siyasî û pêkanîna hikûmetê li gor xwestekên din e.

Li gor baweriya Elawî sazkirina kongireya niştimanî ji bilî şanogeriyeke siyasî, ne tiştekî dinê ye.

Xendan
Top