“Ji Xabûr ta Xaneqînê em nahêlin artêşa Êraqê bostekê pêşde were”
Birîkarê wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman ji Xendanê re ragehand ku wan hêvî nedikir serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî van daxûyaniyan li bare artêşa Êraqê û Herêma Kurdistanê bide û got: “Ji Xabûr ta Xaneqînê em nahêlin artêşa Êraqê bostekê were nava axa Herêma Kurdistanê.”
Duh 5/11, serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî ragehand: “Li gor desturê, artêşa Êraqê dikare biçê Kerkûk, Hewlêr, Selahedîn û Silêmaniyê û tu astengî jî çê nabin.”
Li bare çekdarkirina artêşa Êraqê jî bi çekên çiyayî jî, ku Malikî li serdana xwe ya vê care bo Rûsyayê kiribû de, Enwer Hacî Osman got: “Pêştir û li serdema rêjîma Ba`sê de, artêşa Êraqê çekê çiyayî hebûn û ji artêşa Malikî jî bihêztir bû , lê belê nekarîbû tu ziyanekê bighîne Pêşmergeyan, ji ber vê yekê çi tirseke me ji gotinên Malikî tune ye.”
Birîkarê wezareta pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Pêwîste nûnerên Kurd li Bexdadê bi tundî bersîva Nurî Malikî bidin û li hemberî van gotinan bêdeng nemîn in.”
Xendan
