Muslim: Em naxwazin bi Erebên ku piştgiriyê didin Esad re bikevin pevçûnê
Muslim got: “ Em di serhildanê de cih digirin. Kurd li dijî rejîma Sûriyeyê ne. Lê em naxwazin di nava pevçûnan de cih bigirin. Ji ber ku ev pevçûneke bê wate ye. Çareseriya leşkerî tune ye. Kurd ji bo çareseriya krîzê piştgiriyê dide hewldanên siyasî.”
Serokê PYD berdewam kir û got: “Kurd naxwazin tevlî van pevçûnên tarî bibein. Hewceya mirov bibîrbixîne ku qadên ku kurd lê dijîn nîva wan di bin kontrola wan de ye. Li Efrîn, Kobanî û Dêrîkê kontroleke mezin heye. Li cihê din Qamişlo, Ras-el Ayn an jî Dirbesiyê, em naxwazin bi erebên ku piştgiriyê didin Esad re bikevin pevçûnê. Em bi awayekî vekirî di muxalefetê de ne.”
Li ser pirsa gelo çima alîkariya Kurdên rojava nake, Salih Muslim got: Mixabin Fransa tenê dixwaze bi kurdên wekê serokê ENS’yê Ebdulbasit Seyda re hevdîtinê bike. Di vê mijarê de Fransa naxwaze Tirkiyeyê ku îtîfaqa wan pê re heye bişkîne.”
Xendan
