Arinc: Rica dikin greva birçîbûnê bidawî bikin
Bilent Arinç got: "Di derbarê mijarê de serokwezîr Erdogan ferman daye wezarata dadê ku bila dosyayê bişîne meclise."
Arinç wiha dewam kir: "Ji xwe di rojên pêş me de mijara parastina zimanê zikmakî dê bi pêvekirina xala 202 a dazgeha dadgeha komarê ve dê bê guhertin."
Bûlent Arinç herweha li ser mijara şert û mercên girtîgehê ya Abdullah Ocalan jî sekini, Arinç di derbarê vê mijarê de wiha dom kir: Heke cazayê kesekî ku cazayê girtîgehê ye heta hetayî xwarîye teqez bibe, hinge tu wateya hevditînên wî û parezeran namîne. Lê eger ew kes ji bo sedemên din parêzeran bixwaze hingê biryar ya wezareta dadê ye.
Bûlent Arinç herweha bangî BDP` îyan kir ku bila navberiyê bikin ku ev grêva birçîbûnê xilas bibe.
Ji aliyê xwe ve hevserokê Kongireya Civaka Demokratîk û parlemanter Ehmed Turk li ser daxûyaniya cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bûlent Arinc şîrove kir û got: “Daxûyaniyên Arinc gelekî bi wateye û hêjane.”
Xendan
