• Monday, 09 February 2026
logo

Arinc: Rica dikin greva birçîbûnê bidawî bikin

Gulan Media November 6, 2012 Nûçe
Arinc: Rica dikin greva birçîbûnê bidawî bikin
Di civîna wezîran de greva birçîbûnê ya ku beriya 54 rojan destpê kirîbû hat rojevê. Alikarê serokwezîr Bûlent Arinç diyar kir ku xwestekên kesên ku girtiyên di greva birçîbûnê dene bê wate ne. Arinc bang kir û got: “Rica dikin greva birçîbûnê bidawî bikin. Ê ku ji we hezdikin li benda wene.”

Bilent Arinç got: "Di derbarê mijarê de serokwezîr Erdogan ferman daye wezarata dadê ku bila dosyayê bişîne meclise."

Arinç wiha dewam kir: "Ji xwe di rojên pêş me de mijara parastina zimanê zikmakî dê bi pêvekirina xala 202 a dazgeha dadgeha komarê ve dê bê guhertin."

Bûlent Arinç herweha li ser mijara şert û mercên girtîgehê ya Abdullah Ocalan jî sekini, Arinç di derbarê vê mijarê de wiha dom kir: Heke cazayê kesekî ku cazayê girtîgehê ye heta hetayî xwarîye teqez bibe, hinge tu wateya hevditînên wî û parezeran namîne. Lê eger ew kes ji bo sedemên din parêzeran bixwaze hingê biryar ya wezareta dadê ye.

Bûlent Arinç herweha bangî BDP` îyan kir ku bila navberiyê bikin ku ev grêva birçîbûnê xilas bibe.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Kongireya Civaka Demokratîk û parlemanter Ehmed Turk li ser daxûyaniya cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bûlent Arinc şîrove kir û got: “Daxûyaniyên Arinc gelekî bi wateye û hêjane.”

Xendan
Top