‘Li Hemayê 50 leşker hatin kuştin’
Di demek ku mûxalifeta Sûriyê ji bo diyarkirina stratejiyekî nû li paytexa Qeter Dohayê civiyan, li Sûriyê şiddet û teqîn berdewam dikin.
Ajansa nûçeyan a Reutersê ku xwe dispêre mûxalifên Sûriyê, diyar kir ku li bajarê Hemayê di encama êrişa bi erebeyekî bombebarkirî de herî kêm 50 leşker hatin kuştin.
Mala çavdêriya ya mafê mirov a Sûriyê ya navenda wê li Londonê, diyar kir ku teqîna li Hemayê ji aliyê milîtanekî Eniya el-Nusra ya girêdayî El-Qaîdeyê ve hatiye encamdayîn.
Televizyona dewletê jî diyar kir ku li herêma Mezze ya Şamê di encama teqînekê de gelek kes birîndar bûne.
