BDP: Parlamenterên kurd ên AKP’ê dikarin helwesta Erdogan biguherînin
Civîn li Enqereyê pêk hat. Serokên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Remzî Can, Serokê Borsayê Fahrettîn Akyil, nûnerên DESOB, GUNSÎAD, DÎSÎAD, GUNGÎAD, DÎGÎAD, MUSÎAD, OSGÎAD, DMD, TOBB, Lijneya Karsazên Ciwan a TOBB’ê, Odeya Endezyarên Makînayê û serokên hin saziyên sivîl çûn serdana BDP’iyan. Civîna karsazan bi Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, parlamenterên BDP’ê Ozdal Uçer, Sirri Sureyya Onder û Halîl Aksoy pêk hat.
Karsazan di hevdîtinê de ji parlamenterên BDP’ê bo pêşîlgirtina mirinan piştgirî xwest. Li ser rê û rêbazên çareseriya vê pirsgirêkê axaftin hatin kirin. Parlamenterên BDP’ê jî aşkera kirin ev hewldana karsazan girîng e û xwestin ev hewldan berdewam bikin. Li gorî agahiyên ku buroya çapameniya DTSO’yê dan, parlamenterên BDP’ê di civînê de diyar kirine Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan zimanê tundiyê bi kar tîne û girtiyan dizêrîne. BDP’iyan destnîşan kir encax helwesta rast a parlamenterên kurd ku di nava AKP’ê de siyaset dikin, dikarin helwesta tund a Erdogan biguherînin û bandoreke erênî li ser pêvajoyê bikin.
Rudaw
