‘Mafê artêşa Iraqê heye biçe Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê’
Serokwezîrê Iraqê û hevdem fermandarê giştî yê hêzên çekdarî yê Iraqê Nûrî Malikî di bernameyeke ji bo kanala esmanî ya Iraqê Sumeriye ku biryare piştre bê belavkirin, got: “Nerazîbûnên li beramberî fermandariya operasyonên Dîcle binpêkirinekî eşkere ya destûrê ye.”
Malikî bal kişand ser wê yekê ku ti astengî û bendek li ser tevgerkirina artêşa Iraqê nîne, li gor destûrê mafê wê heye li Besra yan Zaxo be û mafê kesê jî nîne pêşî lê bigre.
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir ku tevahiya Iraqê li ser çend fermandeyan hatiye parvekirin û ti kesê behsnekiriye, ji ber ku karekî asayiye. Malikî got: “Mafê parêzgarê Kerkûkê nîne ku di vê derbarê de daxuyaniyan bide û daxuyaniyên wî jî binpêkirina destûrê ye.”
Malikî got: “Kerkûk parêzgeheke Iraqiye, li gor destûrê artêşa Iraqê dikare biçe Kerkûk, Hewlêr, Selahedîn û Silêmaniyê.” Malikî anî ziman ku di bin perdeyê de çend niyet hene û naxwazin deshilat û hebûna hikûmeta navendî hebe û şopandinê bike.
Serokwezîrê Iraqê Malikî di berdewama axaftinên xwe de dibêje: “Li navçeyê pirsgirêkên ewlekariyê hene û mafê me heye ji bo rêxistinkirina karên xwe yên di nava parêzgehan de fermandariyeke operasyonan hebe.”
Nûrî Malikî bilêv kir ku ji bo tirs û dilgiraniyê ti bihaneyek nîne, ji ber ku; “Em Herêma Kurdistan û gelê kurd nakîn armanc û em ligel şer nakin. Belkî em dixwazin li her cihekê daxwaza terorîstan bikin. Ez hêvîdarim ku hêzên pêşmergeyan şaşitiyê nekin û pêşî li artêşa Iraqê negrin.”
Serokwezîrê Iraqê daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir ku girêdayî destûra Iraqê bin û tekez li ser wê yekê kir ku fermandariya operasyonên Dîcle li gor karînê ji îstîfzazkirinê dûrbikeve.
Fermandarê hêza operasyonên Dîcle Ebdulezîz Zeydî di yekemîn hevpeyvîna ligel rojnameyekî kurdî, derbarê fermandariya operasyonên Dîcle de ji Rûdawê re ragihand ku hemahengiyekî pir baş navbera wan û hêzên pêşmergeyan de heye. Zeydî got: “Em dixwazin asta wan peywendiyan baştir bikin.”
Rudaw
