• Monday, 09 February 2026
logo

Barzanî ligel serokwezîrê Qeterê civiya

Gulan Media November 6, 2012 Nûçe
Barzanî ligel serokwezîrê Qeterê civiya
Duh serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Qeterê ligel serokwezîrê Qeterê Hemed Bin Casim Cebil Al Sanî li paytext Dohayê civiya.

Ajansa Nûçeyan a Qeterê Qena’e diyar kir ku di civînê de wezîrên Qeterê xêrhatina şanda Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku serdana wî ji bo hevkarîkirinekî berfireh a navbera herdu aliyan de rê xweş bike.

Li gor heman çavkaniyê di civîna navbera serokê Herêma Kurdistan û serokwezîrê Qeterê de peywendiyên herdu aliyan, mekanîzmeya berfirehkirin, pêşveçûn û pirsên giring ên hevbeş hatin guftûgokirin.

Malpera Kurdistan TV di nûçeyeke xwe de belav kir dibe ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê serdana xwe de tevlî civîna taybet li ser gûftûgokirina rewşa Sûriyê ya li Dohayê didome bike.

Rudaw
Top