• Monday, 09 February 2026
logo

‘Ger zimanê min bê qedexekirin ez jî wê biçim çiyê’

Gulan Media November 6, 2012 Nûçe
‘Ger zimanê min bê qedexekirin ez jî wê biçim çiyê’
Nivîskarê rojnameya Sabah a Tirkiyê diyar kir ku ger zimanê min bê qedexekirin, ez jî wê biçim çiya.

Nivîskarê rojnameya Zaman a Tirkiyê Mumtaz’er Turkone tevlî bernameya ‘Soz Sende’ ya televizyona Haberturk a Tirkiyê bû.

Turkone li ser axaftinên xwe yên berî niha yên derbarê rêberê PKKê Abdullah Ocalan a wekî, bila li Marmarîsê zeviyekî 20 donim bidinê wiha got: “Divê mirov bizane tiştên mirov ji ber kirine şaş in. Dema mirov bêje, bila rutbeya paşatiyê bidin ‘Apo’ bala xelkê dikişîne. Di demên borî de bûyerên bi vî awayî car caran çêbûne û di vî warî de kevneşopiyên me hene, mirov vana bi bîrtîne. Li ser vê xakê jiyankirin, ne hêsane. Divê mirov mejiyê xwe bêne serê xwe.”

Nivîskar Mumtaz’er Turkone diyar kir ku pêwîste her kes derbarê xwe de lêpirsînê bike û wiha pêdeçû: “Ger kesek ji ber zimanê wî hatibe qedexekirin çûbe çiyê, ezê rûniştibam, minê ji xwe pirsîban ‘Ger zimanê min ê dayîkê bê qedexekirin minê çi kiriban?’ û li gor wê minê temaşe kiriban. Ger zimanê min ê dayîkê qedexe bikin, ez jî wê çûbam çiyê. Tiştek cûdatir nîne.”

Nivîskarê rojnameya Zamanê Mumaz’er Turkone destnîşan kir ku ew pir bi tenê ye û got: “Ez pir bi tenê me. Ez di ferqa wê yekê de me kes ji min hez nake. Dema ez tiştekî derbarê kurdan de dinivîsim, kurd dixwînin. Dema derbarê nijadperestan (ulkucu) de tiştekê dinivîsim, ew dixwînin. Dema li ser Îslamiyan dinivîsim, Îslamî dixwinin. Herwiha dema li ser leşkeran dinivîsim, leşker dixwînin. Ji ber ez timî têm rexnekirin, hemû dibin dijmin.”

Rudaw
Top