• Monday, 09 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê: Daxwaz ji aliyên Kurd li Sûriye dikîn yekrêziyê biparêzin û derfeta pêxistina agirê fîtnegeriyê nedin

Gulan Media November 6, 2012 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê: Daxwaz ji aliyên Kurd li Sûriye dikîn yekrêziyê biparêzin û derfeta pêxistina agirê fîtnegeriyê nedin
Ew rastiya ji aliyê me hemûyan ve eşkereye eweye ku aliyên siyasiyên Kurd li Sûriye ji bo gihîştina armancan bi girtina awayê xebata aştiyane bijardeya herî baş destnîşan kirine, her ew siyaset jî wiha kiriye pêgeha Kurd li nav hevkêşeya siyasiya Sûriye bihêztir bike.

Serokayetiya Herêma Kurdistana Iraqê jî herdem tekez li girtina ber wan cûre bijardeyan kiriye, ji ber ku her bijardeyekî din dibê sedema veguheztina pişêwî û aloziya nav mala Kurd û ne dûre sedema anîna fîtneyekî nexwestiya mezin jî li pişt de bê.

Serokayetiya Herêmê carekî dîn û li songeya berjewendiya netewayetiya Kurdistaniyê ve heman nêrîn û helwestê dixe ber aliyê siyasiyên Kurd li Sûriye û radigihîne ku pêwîste hemû aliyek gelek bi agahiyê ve muamele li gel vê rewşa hestiyar da bikin û li her hengavek da yekrêziya nav mala Kurd û armanc û berjewendiyên bilindên gel li ber çav bigrin.

Bêguman baştirîn bingeha parastina yekîtî û hevrêziyê jî dest pêgirtin û pabendibûn û bi tevahî praktîzekirina (Ragihandina Hewlêr) e ku hêz û aliyê siyasiyên Kurdê Sûriye îmza li ser kirine, daxwaz ji wan dikîn gîrtî û destgîrkiriyên aliyan azad bikin û yekrêziyê biparêzin û derfeta pêxistina agirê fîtnegeriyê nedin.



Peyvdarê Serokayetiya Herêma Kurdistanê

04/11/2012
Top