• Monday, 09 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge Daxwazên Hikûmeta Bexdayê Red Dike

Gulan Media November 5, 2012 Nûçe
Wezareta Pêşmerge Daxwazên Hikûmeta Bexdayê Red Dike
Piştî ji nav birina belgeya taybet ya bi hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di nava proje qanûna bûdceya sala 2013an ya Îraqê ji aliyê Hikûmeta Bexdayê ve û herwiha destnîşan kirina çend mercan bo dabîn kirina bûdceya hêzên Pêşmerge, evro jî Wezareta pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku, hêzên pêşmerge bi ti awayî neamadene ku, bikevin bi destê Bexdayê û bi ti awayî jî ev daxwazên Bexdayê ji aliyê hêzên pêşmerge ve nayên cîhbicîhkirin.

Hikûmeta Îraqê daxwaz ji Berpirsên Kurdistanê kiriye daku, hêzên Pêşmerge bixin jêr desthilata Wezareta Parastinê ya Îraqê û çekên giran yên pêşmerge jî radestî vê wezaretê bikin.

Li hember vê daxwaza Hikûmeta Bexdayê jî Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku, ev daxwaza han daxwazeke gelek çewt û xeyaliye.
Top