Komîteya Hevbeş Ya PDKê Û YNKê Civiya
Mêjara sereke ya vê civîna han wenêrîna biryareke civîna berê ya di derbarê wenêrîn û pêşde birina peymana steratejîk ya di navbera her du aliyan de bû.
Di vê derbarê de her du alî nêrînên xwe anîn ziman û behsa wan her du raportan kirin ku, ji aliyê her du aliyan ve hatibûn amadekirin û biryare her du alî di wan derbaran de dest bi lêkolînên pêwîst bikin daku, di civîna hevbeş ya her du mekteb siyasiyan de projeyeke hevbeş ji vê yekê der bikeve.
Di berdewamiya vê civîna han de jibilî vê mêjarê jî rewşa Îraqê bi giştî û ya Kurdistanê jî bi taybetî hate nîqaşkirin û behsa rewş û pêşkeftinên heyî yên li Deverê de jî hate kirin.
