• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Parlementoyê Bi Heyeteke Romaniyayê Re Civiya

Gulan Media November 5, 2012 Nûçe
Serokê Parlementoyê Bi Heyeteke Romaniyayê Re Civiya
Evro Serokê Parlementoya Kurdistanê Erselan Bayîz pêşwaziya heyeteke Wezareta Derve ya Romaniyayê kir.

Di hevdîtineke de Serokê Parlementoya Kurdistanê bi awayekî kurt behsa rewşa Kurdistanê û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de kir û balkêşande ser rewşa baş ya ewlekarî a Kurdistanê û diyar kir ku, rewşa baş ya ewlekarî a Kurdistanê bûye sedema vê yekê ku, Hêlbirênerên Biyanî gelek girîngî bi Kurdistanê bidin.

Serokê Parlementoya Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de jibilî behs kirina azadiya raman û azadiya ragihandinê ya li Kurdistanê de kir.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de heyeta mêwan jî ragihand ku, welatê wan gelek girîngî dide bi peyvendiyên xwe yên bi Kurdistan û Îraqê re û dixwaze peyvendiyên han hîn berfiretir û bihêztir bike û vekirina Konsulusxaneya Romaniyayê ya li Hewlêrê de jî weke pêngaveke sereke bo bihzêtir kirina peyvendin han wesif kir.
Top