Konsulxaneya Romaniyayê bi fermî li Hewlêrê hat vekirin
Di merasima vekirina konsulxaneya Romaniyayê de li Hewlêrê, Tîtoz Korlatiyan wezîrê derve yê Romaniyayê peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de got: “Em bi vekirina konsulxaneya Romaniyayê li Hewlêrê kêfxweş in. Em sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku, amadekariyan baş kiribûn, herwesa sipasiya helwestê wezareta derve ya Îraqê jî dikin.”
Wezîrê romanî got ku, serdana wan bo herêma Kurdistanê dê bibe sedemê bihêzkirina têkeliyên navbera Kurdistan û Romaniyayê û dê bizava bazirganî û aborî di navbera her du aliyan de xurtir bike.
Fuad Hisên jî peyvek pêşkeş kir û bi nave serokê herêma Kurdistanê ew pêngava hikûmeta Romaniyayê bilind nirxand û got ku, vekirina konsulxaneya romanî li Hewlêrê têkliyên her du aliyan bihêztir bike
