• Monday, 09 February 2026
logo

‘Dirûstkirina xeteke petrolê navbera Kurdistan û Tirkiyê di rojevê de ye’

Gulan Media November 4, 2012 Nûçe
‘Dirûstkirina xeteke petrolê navbera Kurdistan û Tirkiyê di rojevê de ye’
Ji bo 45 milyar varîlên petrolê yên ji Herêma Kurdistanê derdikevin li ser Tirkiyê re ji bo welatên cîhanê bê şandin, dirûstkirina xeteke boriyan di rojevê de ye.

Li gor govara Th Economist a Brîtanî, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo neqilkirina 45 milyar varîl petrola li Kerkûk û Mûsilê tê derxistin, pêşniyara xeta boriyê ji Tirkiyê kiriye.

Govara The Economist bale dikişîne ser derxistina petrolê ya li Herêma Kurdistanê û ji bo ev petrol ji welatên cîhanê re bê şandin, behsa rolê Tirkiyê tê kirin. Govar cih dide vê şîroveyê: “Îro kurd di xetên boriya petrolê yên ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve tên kontrolkirin, rojane 200 hezar varîlên petrolê îxrac dike. Wezîrê serwetên xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hawramî jî dixwaze xeteke boriyê ya girêdayî wan ligel Tirkiyê dirûst bikin.”

Govar di berdewama şîroveya xwe de wiha dinivîse: “Di dawiyê de hinek rayedarên Tirkiyê egera damezirandina dewletekî kurdî ya li Bakurê Iraqê pejirandine û dixwazin vê ji bo Tirkiyê di warê aborî de bihêlin.”

The Economist wiha dinivîse: “Tirkiyê heta niha ji bo kurdan tenê destûr daye bi rêya tankeran petrol bê îxrackirin. Ji bo kurd li ser xeta boriyê destûrê wergirin, divê li dijî kurdên li derveyî Iraqê piştgiriya mûxalifeta Tirkiyê bikin. Egera vê yekê jî gelek nayê dîtin.”

Govara The Economist di dawiya analîza xwe de wiha dinivîse: “Lê mezinbûna şerê navxwe yê li Sûriyê di berjewendiya kurdan de ye. Erdogan ji wê yekê acize ji ber hikûmeta navendî ya Iraqê piştgiriya rejîma Sûriyê dike. Li beramberî vê jî dibe ku wekî nerazîbûnê piştgiriya îxrackirina petrola kurdan bike. Lê ji bo destûrdana xeta boriyê ya kurdan, di vê pêvajoyê de dibe ku ji bo Erdogan pêngavekî tundrew be.”

Rudaw
Top