HPG: Li Amedê 41 leşker hatin kuştin
Navenda çapemenî û ragihandina HPG’ê di beyannamekê ku wêneyek gihîştiye Xendanê de tê de hatiye ku: Di 2’yê mijdarê de di demjimêr 16.00’an de li navçeya Licê ya Amedê li dijî qereqola Angûl û girê ewlekariya girê qereqolê digre ji aliyê gerîlayên HPG`ê ve çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin û di encama êrişê de 26 leşkerên artêşa Tirkiyê kuştine.
Di daxûyaniya navenda çapemenî û ragihandina HPG`ê de hatiye, ku gerîlayan avahiya qereqolê dane ber gulleyan û hemû çeperên wê bi awayeke bi bandor hatine lêdan.
Ji aliyekî din ve gerîlayên PKK`ê, li dijî karwaneke leşkerî ya ji bo mudaxeleya qereqolê dihatin xistine kemînê, wesayiteke kîrpiyê û 15`e leşkerên tê de hatiye rûxandin.
Navenda çapemenî û ragihandina HPG`ê da zanîn ku di encama vê çalakiyê de du gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Xendan
