• Monday, 09 February 2026
logo

Artêşa Azad û YPGê li ser 5 xalan li hev kirin

Gulan Media November 4, 2012 Nûçe
Artêşa Azad û YPGê li ser 5 xalan li hev kirin
Piştî Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad diyar kir ku Fermandara YPG'ê Şaha Elî Evdo (Nujîn Dêrik) nehatiye kuştin, îro di navbera aliyan de hevdîtinek pêk hat. Di encama hevdîtinê de biryar hat girtin ku kesên dîl hatine girtin, îro serbest bêne berdan.

Piştî şer û pevçûnên li Heleb û derdora Efrînê di navbera komên çekdar û yekîneyên sivîl de, bi navbeynkariya hinek derdoran hevdîtinan destpê kir. Piştî Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad diyar kir ku Fermandara YPG'ê Şaha Elî Evdo (Nujîn Dêrik) nehatiye kuştin, îro hevdîtinek din hate pêkanîn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hevdîtin di navbera hinek komên îslamî, Artêşa Azad, PYD û hinek kesên nêzî YPG'ê de pêk hat. Di hevdîtinê de biryarên hatine girtin, bi belavokek nivîskî ji raya giştî re hatin eşkerekirin. Li gorî belavokê, divê şerê di navbera herdu aliyan de bê rawestandin û herdu alî durî cihê şer lê çêbuye bisekinin. Li gorî belavokê biryarên din ên hatine girtin wiha ne:

"* Bila êdî xwîna gelê Suriye neyê rijandin û hemû kom berê xwe bidin dijminên serekî yên gelên Suriye, yanî berê xwe bidin rejîm û çeteyên wê.

* Herdu alî dê ji Çiyayê Birsaya yê li gundê Qestel Cendo dur bisekinin. Li şuna wan dê ji bajarokê Enadanê yê Helebê hinek komên çavdêr ên girêdayî tugayên leşkerî yên Artêşa Azad ku tu eleqeya wan bi şer re nîn e li vir bêne bicîhkirin.

*Divê kesên hatine girtin zû bêne berdan. Di vê çarçoveyê dê îro hem kesên dîl hatine girtin, hem jî tiştên hatine desteserkirin bêne teslîmkirin.

*Alên Îstiqlalê (Ya Suriyê) û alên herdu aliyan dê li cihê di navbera herdû koman de, yanî li cihê ku kom digihîjin hev bêne daliqandin.

*Ger herdu aliyan ev peyman binpê kir, dê aliyekî sêyemîn vê yekê lêkolîn bike û hesabê bipirse."

Bûyer çawa çêbû...

Di 25'ê cotmehê de li bajarê Helebê yê Suriyeyê grûbeke bi navê Selahaddîn Eyuyî, xwest ku bikeve Taxa Eşrefiye ya ku piranî kurd lê dijîn, lê ji aliyê yekîneyên parastina sivîl hatin astengkirin. Komê 26'ê cotmehê careke din ketin Taxa Eşrefiye. Li ser vê yekê şêniyên taxê heyetek ava kirin û xwestin bi komê re hevdîtinê pêk bînin, lê koma çete diyar kir ku wan kontrola taxê girtiye bin destê xwe. Li ser vê yekê bi sedan welatî li hev civiyabûn û ber bi komê ve dest bi meşê kiribûn. Lê komê gel gule baran kiribû û di encamê de 13 kes hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê şer navbera YPG'ê û wê grûbê de derketibû û 19 endamên wê komê ji aliyê YPGê ve hatibûn kuştin. Piştî pevçûnê komê daxwaza cenazeyê xwe kirin. Piştî vê daxwazê fermandara YPG'ê Nujîn Dêrik cenazeyê komê birin, lê komê Dêrik dîl girtibû.

Berî du rojan hat gotin ku Nûjîn Dêrik ji aliyê wê komê ve hatiye kuştin. Lê duh meclisa leşkerî ya Artêşa Azad a Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Nûjîn Dêrik dijî. Piştî vê yekê YPGê jî diyar kir ku ew bûyerê lêkolîn dikin.

Piştî şerê li taxa Eşrefiye yê Helebê, gotegotên wê yekê hebûn ku di navbera YPG û Artêşa Azad de ji bo agirbestê hevdîtinan dest pê kiriye.

Rudaw
Top