• Monday, 09 February 2026
logo

Li rojhilatê Kurdistanê ji ber teqîna mayînê 6 kes mirin

Gulan Media November 4, 2012 Nûçe
Li rojhilatê Kurdistanê ji ber teqîna mayînê 6 kes mirin
Li bajarê Merîwan ê rojhilatê Kurdistanê ji ber teqîna mayînekê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Duh êvarî li gundê Serdoş ê navçeya Deştî Pîranî yê girêdayî bajarê Merîwanê yê rojhilatê Kurdistanê di dema rakirina mayînekê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Yek ji wan kesan jî kurdekî navçeyê yê bi navê Aram Pîrî ye.

Li gor ajansên nûçeyan ên Îranê, 5 qurbaniyên wê bûyerê endamên grûba rakirina mayînan a girêdayî wezareta parastinê ya Îranê ne. Ev kesane ji bo rakirina mayînên di dema şerê navbera Îran-Iraq û Îran-rojhilatê Kurdistanê hatibûn şandin.

Salane bi dehan welatiyên kurd ji ber teqîna mayînan, li navçeyên cûr be cûr ên rojhilatê Kurdistanê dibin qûrbanî. Niha jî piraniya navçeyên ser sînor û çiyayên rojhilatê Kurdistanê ji mayînan tejî ne.

Rudaw
Top