• Monday, 09 February 2026
logo

Li 10 eyaletên Amerîka ji ber bahoza Sandy 105 kes mirin

Gulan Media November 4, 2012 Nûçe
Li 10 eyaletên Amerîka ji ber bahoza Sandy 105 kes mirin
Bîlonçoya ba û bahoza li çend eyaletên Amerîka dayî diyar bû û li gor vê yekê heta niha herî kêm 105 kes mirine.

Ba û bahoza bi navê Sandy a li qeraxên rojhilatê Amerîka dayî, bû sedem ku gelek eyaletan di bin bandora xwe de bihêle. Nêzî 8.5 milyon xanî û cihên kar di bandora wê de man. Li gor agehdariyên dawiyê herî kêm 105 kes mirine.

Herçendî çend roj li ser wê ba û bahozê re derbas bûne, hê jî elektrîka eylata New York û New Jersey nehatiye dayîn.

Li gor hêjmaran bûyerên di encama bahoza Sandy de rûdayîn:

New York

Li navenda New Yorkê 41 û bi giştî 48 kesan jiyana xwe ji dest dane. Elektrîka 2.2 milyon mal û cihên kar hatiye birîn. Hê elektrîka zêdetirî 900 hezar mal û cihên kar nîne.

New Jersey

23 kesan jiyana xwe ji dest dane. Elektrîka 2.7 mal û cihên kar hatiye birîn. Hê jî elektrîka 1.2 milyonan nîne.

Pennsylvania

15 kesan jiyana xwe ji dest dane. Elektrîka 1.2 mal û cihên kar hatiye birîn û hê ya 163 hezaran nîne.

Connecticut

3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Elektrîka 625 mal û cihên kar hatiye birîn û hê ya 131 hezar û 400an nîne.

Massachusetts

Heta niha kes ne miriye. Elektrîka 400 mal û cihên kar hatiye birîn û hê ya 971an nehatiye dayîn.

Rhode Island

Heta niha kes ne miriye. Elektrîka 122 mal û cihên kar hatiye birîn û hê ya 130an nehatiye dayîn.

Li eyaletên din ên Amerîka jî bîlançoya kesên jiyana xwe ji dest dane bi vî awayiye; Maryland 4, New Hampshire 1, North Carolina 2, Ohio 2, Virginia 2 û West Virginia 6.

Rudaw
Top