Di nav şebekeyê de 5 Kurd jî hebûn
Di encama operasyona li dijî şebakeyê de, derbarê 62 kesan de lêpîrsin hatiye destpêkirin, ku di nav wan de 5 Kurdên hevwelatiyên Awisturyayê jî hene. Her pênc kesên tewanbar niha li Awisturyayê di girtîgehê de ne. Endamên şebakeyê bi wê yekê tên tewanbarkirin ku bi keştî û kamyonan bi qaçaxî penaber ji Iraqê derbasî Ewropayê kirine û ji her penaberekî derdorê 13 hezar Euro standine. Pirraniya endamên şebakeyê ji welatên bakurê Afrîkayê ne û li Îtalyayê dijîn.
Li gor lêkolînên polîsan, penaber bi rêya keştiyê ji Yûnan bo Îtalyayê hatine veguhestin û li wir jî ew li çar noqteyên şebekeyê yên li Tîrola Başûr, Friaul, Lombarday û Emîliya Romagna hatine veşartin û ji wir ji bo welatên Ewropayê hatine şandin.
Di sala 2008ê de li ser sînorê Îtalya û Awisturyayê penaberekî kurd û Kurdekî endamê şebekeyeke mirovan hatibûn girtin. Piştî girtina wan lêkolînên derbarê şebakeyê destpêkiribûn û ekîbên polîsan ji Almanya û Yûnan jî tevlî hevkariyê bibûn.
Rudaw
