• Monday, 09 February 2026
logo

PDK: Bila Tirkiye Daxwazên Girtiyan Pêk bîne

Gulan Media November 4, 2012 Nûçe
PDK: Bila Tirkiye Daxwazên Girtiyan Pêk bîne
Di berdewamiya nerazîbûnên li dijî helwesta Tirkiyeyê a li hember rewşa Girtiyên Grevkar yên Kurd de Partiya Demkorata Kurdistanê PDK'ê jî helwesta xwe diyar kir û bang li Hikûmeta Tirkiyê kir ku, guh bide daxwazên Girtiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ên di rojiya birçîbûnê de ne û ji Hikûmeta Tirkiyeyê xwest daxwazên wan pêk bîne.

Di daxuyaniyekê de ku, ji raya giştî re hate ragihandin (3/10/2012), Peyvdarê Partiya demokrata Kurdistanê Cefer Emînkî diyarkir ku "Em dengê xwe dikin palpişta dengên din yên ku daxwaza mafên rewa yên zîndaniyên siyasî li Bakurê Kurdistanê de dikin û daxwazê ji Hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku li ser daxwazên Girtiyên siyasî bisekine.
Li gor me jî, binpêkirina mafên hemwelatiyan li ser pirsgirêkên siyasî ne cihê pejrandinê ye û ev pîvanên partiya me ne."
Emînkî di daxuyaniyê de bal kişande ser helwesta PDK ya di derbarê zimanê diyalogê de û got "Rêveberiya partiya me gelek bigirîngî ragihandiye ku zimanê diyalog û ji hevtêgihşitinê gelek girîngtire û divê bikeve cihê zimanê çek, şer û xwînrijandinê."
Top