Osman Baydemîr: Kurd Rêvebiriya Herêmî Dixwazin
Şandeyeke ku ji Fransa hatibû Amedê, serdana Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr kir. Di nav şandeya Fransa de parlementer, senator û şaredar jî hebûn. Di hevdîtinê de Osman Baydemîr, di derbarê çalakiya greva birçîbûnê de hestên xwe ji serdêran re parve kir. Baydemîr îfade kir ku îro 51 roj in ku 680 mirova bedena xwe daye ber mirinê. Bi endişeyeke mezin em hewl didin. Helwesta hikumetê û bi taybet jî a serokwezîr Erdogan, bi ti nirxên mirovî nayên îzah kirin. Helwesteke neyînî nîşan didin. Îro ji ber ku wekhevî, azadî û edalet tineye van girtiyana dest bi greva birçîbûnê kirine. Daxwaziyên wan daxwaziyên me ne jî."
avestakurd
