Çavkaniyek ji hêzên ewlekarî yên Kurdistanê ragihand ku, Wezareta parastinê ya Îraqê telîmat daye daku, hêzên Dîcle yên ku, ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî ve hatine damezrandin werin pirçekkirin.
Çavkaniya han eşkere kir ku, di çarçoweya vê telîmata han de di Şeva Pêncşema derbasbûyî de 33 maşînên mezin yên têjî ji çek û cebelxaneyan hatine Kerkûkê û ev çekên han dane hêzên Dîcleyê.