Teqîneke Mezin li Riyaz a Paytextê Erebistana Siûdîyê
Îro li rojhilatê bajarê Riyaz a paytextê Erebistana Siûdîyê, tankêreke maddeyên sotemenîyê piştî ku xwe bi pirdeke derbasbûna hewayî ve da agir girt û teqîya û di encam de ziyaneke mezin a giyanî û maddî lê çê bû.
Li gor zanyarîyên ji dezgehên ragihandinê, di encama teqîna îro de 10 kes hatine kujtin û bi kêmanî 50 kes jî birndar bûne û herwisa otomobîl û avahîyên nêzîkî cihê bûyerê gelek ziyanbar bûne. Herwisa hatiye ragihandin, ku navendeke pîşeyî jî ku nêzîkî deverê bûye bi tewawî wêran bûye.
Dîmenên ku li cihê teqînê hatine belavkirin, çend otomobîlên şewitî nîşan didin ku termê şewitîyê qurbanîyan jî tê de xuya dikin.
