Serokê Herêma Kurdistanê cejna biçûka Mendaya (Dehwa Henîne) pîroz kir
Ji bo hatina cejna biçûka Mendaya (Dehwa Henîne), pîrozbahiyekî germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên Sabiyeya Menday li Iraq û Herêma Kurdistanê dikim.
Hêviya salekî pir li xêr û xweşiyê ji bo wan dixwazim, li sayeya Iraqekî Federal û demokrat da ku hemû zarok û gedeyên wê li xweşdivî û birayetî û hevdû qebul kirinê de bijîn.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03/11/2012
