• Monday, 09 February 2026
logo

Hêrişên ser gundên herêma Efrînê berdewam in

Gulan Media November 3, 2012 Nûçe
Hêrişên ser gundên herêma Efrînê berdewam in
Li roja pênçşemî grûpek çekdar hêriş kirin ser gundê Yazîbaxê a ser bi nahiya Şeran a herêma Efrînê û di encam de 14 kes ji malbata Îbiş desteser kirin.

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, hinek komîteyên ehlî di dema niha hewla azadkirina wan didin.

Grûpên çekdar yên Emmar Dadîxî çend rojin ku hêrişî ser gundên Qestel Cindo û Yazîbaxê dikin.

Hêjayî gotinê ye ku,Emmar Dadîxî bi regez Turkman e û berpirsê Artêşa Azad li herêma Ezazê ye, û ji ber rola wî a nebaş çalakvanan nav lê kirine Dîktatorê Ezazê,lewma ku grûpên Dadîxî bacê ji şêniyên Ezazê distînin her weha deriyê sînor Selame di jêr kontrola wan de ye ku bacê ji kes û otombêlan distînin.

Xendan
Top